Sibat 08, 2023 16:10 Asia/Tehran
  •  Li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê ji ber erdhejê hezaz qewimî

Çavkaniyên filistînî ragihandin ku li hin navçeyên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê li pey erdheja êvara Sêşemiyê ya bi hêza 4.8 Rîşteran hezaz qewimî.

Êvara Sêşemiyê erdhejeke bi hêza 4.8 Rîşteran hin navçeyên Filistînê ji wan bajarên Nablos, Remullah û El-Bîreyê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê hejandin.

Li gorî rapora Shahab News'ê, Çavkaniyên filistînî ragihandin ku ji ber erdheja şeva derbasbûyî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê ku navenda wê bajarê Nablosê bû, li hinek ji navçeyên bajarê Tûlkermê li nêzikî navenda erdhejê, erd herrikiye û hezaz qewimiye.

Erdhejeke bi hêza 7,8 Rîşteran berbanga roja Duşemiyê, 6ê Sibata 2023an, deverên başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê hejandin.

Li gorî rapora rayedarên tirkiyeyî û sûrî, hejmara candayîyên erdhejê li van du welatan heta vê demê gihîştiye 9 hezar û 830 kesî û pêşbînî tê kirin ev hejmar di rojên bê da zêdetir bibe.

 

Serepeyv