Sibat 06, 2023 08:52 Asia/Tehran
  • Sen’a: “NY’yê roleke zehf di gurrtirkirina qeyrana Yemenê da hebûye”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: “Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û şandiyê wî yê taybet bo Yemenê, sebebkarên sereke di qeyrana Yemenê da ne.”

“Hisên El-Izzî” Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ya bicihbûyî li Sen’ayê roja Yekşemiyê got: “António Guterres” Sekreterê Giştî yê NY’yê û “Hans Grundberg” şandiyê taybet ê NY’yê bo Yemenê roleke zehf di  gurrtirbûna qeyrana Yemenê hene.

El-Izî her wiha got: “Demek beriya niha Lêgerîna NY’yê li Yemenê bêyî ti hincetekê rê li ber derxistina destûra azadkirina keştiyê girtiye.”

Vî rayedarê yemenî kiryara NY’yê ya zeftkirina keştiyên hilgira ardûyê yên Yemenê wek kiryarek ku nayê qebûlkirin zanî û got: “Bila ev saziya navneteweyî bile astengîderxistina xwe bi nûnertioya ji welatên destdirêjker bi dawî bîne.”

 

Serepeyv