Sibat 04, 2023 19:07 Asia/Tehran
  •  Wezîrê tundrê û gengeşesaz gef xwar dê ji kabîneya Netanyahu wêda here

Wezîrê Ewlehîya Neteweyî yê Rejîma Sîyonîst gef kir ku heke Serokwezîrê vê rejîmê sîyasetên himberî filistînîyan neguherîne, di çend mehan da yê wêda here.

”Itamar Ben-Gvir” Wezîrê Ewlehîyê yê tundrê û kêşesaz ê Rejîma Sîyonîst sîyasetên kabîneya Serokwezîrê vê rejîmê “Benyamîn Natanyahu” li himberî filistînîyan û ciddînebûna wî di bersivdana himberî hêzên berxwedêr ên li Zîvala Xezeyê û paşdaxistina valakirina Taxa Xan Ehmer’ê li Rexê Rojavayê Çemê urdinê dan ber rexneyan.

Ben-Gvir got: “Heke di 8 mehan da guhertineke girîng di babetên hanê da pêk neyê, ez dê wêda herim.”

Wezîrê Ewlehîya Neteweyî yê Rejîma Sîyonîst di eynî demê da ji ber kiryarên wekî plompkirina malên filistînîyan, hilweşandina malan li rojhilatê Qudsê û dayîna iznê bo israyîlîyan ji bo rakirina çekê razî ye.

Ji hêla din va hat ragihandin ku pevçûnên di navbera têkoşerên berxwedêr ên filistînî û leşkerên destdirêjker ên Rejîma Sîyonîst da li Kampa Eqebe Ceber’ê li şarê Erîha’yê didomin.

Li gorî agahîyan, leşkerên sîyonîst ji vê sibê va bi heceta desteserkirina çend hêzên berxwedêr êrişî Kampa Eqebe Ceber’ê li başûrê Erîha’yê kirin ku pêrgî berxwedana têkoşerên filistînî û niştecihên vê kampê bûn.

Li gorî gotina serokê Nexweşxana Erîha’yê, heta nika 7 birîndarên vê êrişê bo nexweşxanê hatine veguhestin ku tê gotin rewşa 2 kes ji wan giran e.

Hêzên berxwedêr ên filistînî di hefteya buhurî da 450 operasyon dijî sîyonîstan li dar xistine.

 

 

Serepeyv