Knesset’ê pêşnumaya jêstandina mafê welatîbûnê yê êxsîrên filistînî pesend kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i339177-knesset’ê_pêşnumaya_jêstandina_mafê_welatîbûnê_yê_êxsîrên_filistînî_pesend_kir
Lêjneya Hevpar a Parlimana Rejîma Sîyonîst (Knesset) şeva buhurî pêşnumaya jêstandina mafê welatîbûnê yê êxsîrên niştecihî Qudsê û erdên di sala 1948an da hatine dagirkirin, pesend kir.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çile 31, 2023 15:09 Asia/Tehran
  •  Knesset’ê pêşnumaya jêstandina mafê welatîbûnê yê êxsîrên filistînî pesend kir

Lêjneya Hevpar a Parlimana Rejîma Sîyonîst (Knesset) şeva buhurî pêşnumaya jêstandina mafê welatîbûnê yê êxsîrên niştecihî Qudsê û erdên di sala 1948an da hatine dagirkirin, pesend kir.

Bi dû desthilatdarbûna kabîneya rastgir a tundrê li Tel Avîvê, kiryarên dijî filistînîyan, hêzên berxwedêr û êxsîrên filistînî giran bûne.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Sema’yê ya Filistînê, medyayên Rejîma Sîyonîst ragihandin ku pêşnumaya jêstandina mafê welatîbûnê yê êxsîrên niştecihê Qudsê û erdên di sala 1948an da hatine dagirkirin, di dewra yekê ya rawêjkarîyê da bi 89 dengên erê himber 8 dengên na hat pejirandin.

Li gorî vê qanûnê, mafê welatîbûnê yê hemî êxsîrên ku miaş an hêsankarîyan ji “Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê” werdigirin, dê were ibtalkirin.

Di vê pêşnumayê da hatîye: “Wezîrê Karên Navxwe “Îtamar Bin Gvêr” divê di 14 rojan da jêstandina mafê welatîbûnê an mayîna wan êxsîrana erê bike û Wezîrê Dadwerîyê jî di 7 rojan da razîbûna xwe ser wê ragihîne û piştî wê, dadgehê 30 roj mecal heye ku bicihanîna hikmê hanê bipejirîne.