Erebistanê amadetiya xwe bo bidawîanîna şerrê Yemenê bi rêya siyasî ragihand
Berdevkê Hevpeymanîya Erebistana Siûdî qala amadeyîya wê bo bidawîanîna pevçûnê li Yemenê bi rêya siyasî kir û amaje kir ku şerr ji vê rêyê dikare qey sibê bi dawî bibe.
Turkî El-Malikî ji ajansa nûçeyan a Reuters’ê ra got ku heke Hûsî (Ensarullah) bi nexşerêya siyasî bo aşitiyê razî bibin, şerr dikare qey sibê bi dawî bibe.“Mihemed Elî El-Hûsî” endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê duh gotibû: Destdirêjîya Erebistana Siûdî li dijî Yemenê ji sala 2015an va berdewam e û em êrîşa li ser welatê xwe bi behaneya parastina Siûdîyê qebûl nakin. Destên me bo aşitîya serfirazane vekirî ne û gelê me destdirêjî û dorpêçkirinê napejirîne. Rêya rast bo aşitiyê, rawestandina destdirêjî û dorpêçkirina gelê me ye. Hêjayî gotinê ye ku çend hefte berê medyayên amerîkayî, ji wan rojnameya Wall Street Journal’ê ji zarê rayedarên Erebistanê nivîsîbûn ku yedekên mûşekên rêgir ên pêwîst ji bo vî welatî bo sekinîna hemberî êrişên zêdetir ber bi kêmbûnê va ne û vî welatî hin lêkolîn dest pê kirine da ku sedemên têkçûna bergiriya xwe ya asimanî diyar bike.