Çile 18, 2023 17:19 Asia/Tehran
  •  Erebistan:

Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê got: "Riyaz hewl dide rêyekê ji bo gotûbêja bi Îranê ra peyda bike; ji ber ku gotûbêj rêya herî baş ji bo kêmkirina nakokiyan e."

Li gorî rapora IRNA'yê, Feysel Bin Ferhan Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê roja Sêşemiyê di axaftinekê li kêleka civîna Davos-2023an li ser navê "Pêşeroja ron di nava pirsgirêkên jeopolîtîk da" got: "Em hewl didin rêyekê ji bo gotûbêja bi hemiyan ra peyda bikin û bala xwe bidin ser peywendiyên dûrî nakokiyê."

Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê têkildarî qeyrana enêrjiyê li cîhanê jî got: "Ewlehiya enêrjiyê ji bo cîhanê bingehîn e û hin pirsgirêk derbarê pêşeroja wê hene."

Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê her wiha digel Fuad Husên hevpêşeyê xwe yê iraqî jî hevdîtin pêk anî.

 

 

Serepeyv