Emîr-Ebdullahiyan û Seyid Hesen Nesrullah alûgorên navçeyê vekolandin
Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Beyrûtê digel Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora IRAN Press'ê, Di vê hevdîtinê da ku Mucteba Emanî Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Libnanê û desteya hevrê digel Wezîrê Karên Derve yê Îranê da beşdar bûbûn, Husên Emîr-Ebdullahiyan û Seyid Hesen Nesrullah derbarê alûgorên herî dawî li navçeyê nemaze Libnan û Filistînê gotûbêj kirin.
Her wiha di vê hevdîtinê da li ser gefên Rejîma Siyonîst û amadetiya Bereya Berxwedanê li hemberî bûyer û guherînên nû di asta navçeyî û navneteweyî da gotûbêj hat kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku di serê desteyekê da serdana Libnanê kiriye, dema gihîştina bo vî welatî got ku li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Libnanê û bi armanca şêwirînên dualî, navçeyî û navneteweyî û vekolandina alûgorên herî dawî yên Filistînê serdana Beyrûtê kiriye.
Emîr-Ebdullahiyan got: Komara Îslamî ya Îranê bi hêz û qawet piştevaniyên xwe ji gel, dewlet, artêş û Berxwedanê li Libnanê didomîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Em hemî tevgerên siyasî li Libnanê vedixwînin ku bi rêya gotûbêj û lihevkirinê serokkomarê bibijêrin û ji bo kemilandina pêvajoya siyasî pêngav rakin.