Çile 09, 2023 08:34 Asia/Tehran
  • Itamar Ben-Gvir destûr da alaya Filistînê li cihên gelemperî were wêdabirin

Wezîrê karên navxweyî yê tundrê yê Rejîma Siyonîst destûr da polîsê vê rejîmê ku alaya Filistînê li cihên gelemperî wêda bide.

Itamar Ben-Gvir wezîrê karên navxweyî yê Rejîma Siyonîst ku gelekî tundrê û bigengeşe ye û hema wisa ser têketina nav Mizgefta Eqsayê tekezî dike, tevî dayîna vê destûrê, alaya Filistînê wek alayeke terorîstî bi nav kir û îdia kir ku bilindkirina alaya Filistînê tê wateya kiryaraeke ji bo piştevaniya ji terorîsmê.

Bin Gvêr ev destûr wek berteka li hemberî kiryara Kerîm Yûnis kevnehêsîrê filistînî daye ku piştî azadbûnê, alaya Filistînê li bajarê xwe bilind kir.

Binyamîn Netanyahû serokê kabîneya Rejîma Siyonîst jî ragihand ku wek berteka li hemberî kiryara vê dawiyê ya Filistînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û daxwaza ji Dîwana Dadweriyê ya Navneteweyî (ICJ) ji bo destnîşankirina pênaseya dagirkeriya Israîlê li erdên filistînî, ragihand ku hin kesayetiyên filistînî boykot dike.

Li gorî nûçeyeke din, siyonîstan bi piştevaniya leşkerên vê rejîmê dikana filistîniyekî li erdên dagirbûyî yên 1948an xera kirin.

Kesên ser bi Rejîma Siyonîst bi dozerekê qehwexaneya filistîniyekî xera kirin û amûrên tê da ji nav birin. Behaneya şaredariya bajarokan Mecd El-Kurûmê li navçeya El-Celîlê ev bû ku xwediyê vê qehwexaneyê destûra çêkirinê wernegirtiye; xwe jî qehwexaneyek ku zêde ji 30 salî kevnatiya wê ye.

Xerakirina malên filistîniyan nemaze li navçeya Neqebê li başûrê Filistîna dagirbûyî bi awayekî rojane diqewime da ku siyonîst erdên zêdetir ji bo çêkirina mal û bajarokan bi dest bixin.

 

Serepeyv