Li Til Avîvê xwenîşandeneke berfireh dijî Nêtanyahû hat lidarxistin
Çavkaniyên medyayî ragehandin ku bi hezaran îsraîlîyan êvara Şemiyê xwenîşandanek dijî Binyamîn Nêtanyahû Serokwezîrê nû yê Rejîma Siyonîst û endamên kabîneya wî ya tundrê li Til Avîvê li dar xistin.
Kabîneya nû ya Binyamîn Nêtanyahû, Pêncşemiya buhurî, 29ê Kanûnê, xebata xwe bi fermî dest pê kir.
Bijartina wezîrên tundrê û nijadperest ji bo vê kabîneyê bûye sedem ku kesayetiyên curbicur ên îsraîlî derbarê dûhatên vê kabîneyê da hişyarî bidin û ragihînin ku Îsraîl bi Nêtanyahû re ber bi hilweşyanê va diçe.
Xwenîşanderan bi bilindkirina hin pankardan nerzîbûna xwe hibmerî kabîneya rastgir a Natanyaho nîşan dan.
Xwenîşander ku li meydana Hebîmayê li navenda Til Avîvê li dora hev civiyabûn, bi siloganan dijî cihêkarîya di navbera îsraîliyan da derketin.
Hejmarek ji endamên Kinêsêtê û hin parlemanterên din jî beşdarî vê xwenîşndanê bûn.