Çile 04, 2023 15:27 Asia/Tehran
  •  Siyonîstan li bajarê Qudsê gorên xirîstiyaniyan xera kirin

Li gorî vîdyoya ku ji aliyê çavkaniyên filistînî va hatiye weşandin, bajaroknişînên siyonîst gorên xirîstiyaniyan li bajarê Qudsê yê dagirbûyî xera dikin.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNA'yê, Di vê vîdyoyê da du bajaroknişînên siyonîst tên dîtin ku gorên xirîstiyaniyan li goristaneke bajarê Qudsê xera dikin.

Di vê raporê da hatiye: Rejîma Siyonîst ji bo ku herî zêde bajarê Qudsê bike warekî cihûyan û pênaseya îslamî û xirîstiyanî li vî bajarî ji nav bibe, hewil dide.

Siyonîst her wiha erd û milkên xirîstiyanî û misilmanan li vî bajarî zeft dikin.

Pêştir, serokên nûnertiyên Yekîtiya Ewropayê li bajarê Qudsê yê dagirbûyî û bajarê Remullahê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi dayîna daxuyaniyekê nîgeraniya xwe ji hewildana Rejîma Siyonîst ji bo guherandina pênaseya dînî ya bajarê Qudsê û neşa wê ya kevn diyar kiribûn û tekezî li ser pêwîstiya parastina cîgeha vî bajarî ya taybet kiribûn.

 

Serepeyv