Kanûn 31, 2022 17:59 Asia/Tehran
  •  HAMAS’ê NY ji ber bikêrnehatina biryarnamên wê dijî rejîma Israyîlê rexne kir

Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi vê hegerê ku biryarên curbicur dijî Rejîma Sîyonîst bêyî berçavgirtina rêya piratîkî ji bo bicihanîna wan dipejirîne, rexne kir.

HAMAS’ê di daxûyanîyekê da wek berteka himberî pejirandina biryarnameya nû ya Civata Giştî ya NY’yê dijî Rejîma Sîyonîst ragihand: “Ev biryarname jî li rêze-biryarnameyên navneteweyî da ku ti rêkareke piratîkî ji bo zordayîna ser dagirkeran di wan da tineye, zêde bû.”

HAMAS’ê di vê daxûyanîyê da pêgirî kir: “Heta dema ku Amerîka wek şirîkê rejîma dagirkerê Qudsê li meydanê be û rê bide kiryarên sîyonîstan, ew biryarname wê tenê ser kaxizê bimînin û bi kêr neyên.”

Di dawîya vê daxûyanîya HAMAS’ê da hatîye ku biryarên dîplomatîk ên fermî ku ji nekarabûna Pêkhateya Xwerêvebir a Filistînê serekanîyê digirin, encama işkesta wan di sekinîna rastî himberî dagirkeran da ne û lawazbûna giran a wan ray dide.

 

 

Serepeyv