Kanûn 26, 2022 18:25 Asia/Tehran

Koma berxwedana Erîn El-Eswedê serokên Rejîma Siyonîst hişyar kirin ku eger termên şehîdên filistînî radest nekin, ew ê nehêlin bajaroknişînên li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî bi saxî vegerin malên xwe.

Koma berxwedana Erîn El-Eswedê bi daxuyaniyekê tekez kir ku li pey operasyona gulereşandinê ya êvara Yekşemiyê li ser erebeyeke siyonîstan li nêzikî navçeya Yetsharê li başûrê Nablosê, êrîşî ser wan kiriye.

Koma Erîn El-Eswedê bi gotina vêya ku cihênerên vê operasyonê tam bi saxî ji navçeyê derketin, got: Têkoşerên Erîn El-Eswedê êvara Yekşemiyê saet 22 û 47 deqîqeyan ev operasyon bi cih anî.

Di dawiya vê daxuyaniyê da hatiye: "Siyonîstino! Hûn ê bibînin ku kî dê were dorpêçkirin!"

Koma Erîn El-Eswedê ku vê dwiyê û li pey dewama destdirêjiyên Rejîma Siyonîst li dijî filistîniyan pêkhatina xwe ragihandiye, di rojên derbasbûyî da bi cihanîna operasyonên berxwedanê li dijî leşkerên siyonîst û bajaroknişînên tundrê, rayedarên Til Avîvê şepirze û perîşan kirine.

Li gorî nûçeyeke din, bajaroknişînan bi êrîşên xwe yên hovane li hin navçeyên başûrê Nablosê erebeyên filistîniyan şewitandin û kevir avêtin ser malên wan.

 

Serepeyv