Kanûn 18, 2022 14:05 Asia/Tehran
  • Bajaroknişînê siyonîst erebeya xwe ajot ser du biryarên filistînî û ew şehîd kirin

 Du birayrên filistînî ketin ber erebeya bajaroknişînekî siyonîst û şehîd bûn.

 Bajaroknişînekî siyonîst êvara Şemiyê li nêzîkî rawestgeha lêgerînê ya Zeitereyê li başûrê Nablosê bi erebeya xwe ajot ser du ciwanên filistînî.

 Vî bajaroknişînê cinayetkar, bi qest erebeya xwe ajot ser du biryarên filistînî, du biryaran ku li kêleka rêyê sekinîbûn ku tekera erebeya xwe biguherînin.

 Hevgavê cinayetên rejîma dagirkira Qudsê dijî filistîniyan, bi dehan hezar kesan li Filistîna dagirbûyî Şemiyê şevê dijî kabîneya Binyamîn Nêtanyahû Serokwezîrê erkdarkirî ji bo pêkanîna kabîneya Rejîma Siyonîstî xwenîşandan li dar xist.

 Rojnameya Yedîût Aharanût'ê derbarê vê yekê de nivîsî: Nerazî li meydana Habîmayê li Tel Avîvê kom bûn û dijî kabîneya bê ya Nêtanyahû li kolanan xwenîşandan li dar xist.

 Bi beşdariya hejmara herî zêde ya bajaroknişînan û endamên partiyên olî yên "Siyonîst" û "Herîdî"yê li Kênêsta Rejîma Siyonîst dihat pêşbînîkirin ku pêkhateya endamên Kênêstê û bi dû wê kabîneya bê ya siyonîstan ferqa wê hebe û ev rejîma pirtir di rêya tundrêtiyê û pêknaîna nakokiyan de bimeşe.

 Karzanên siyasî, kabîneya Rejîma Siyonîst ku piştî pênc salan asêbûna siyasî yê were ser dethilatê, ji kabîneyên herî tundrê û gendelkar ên dîroka vê rejîmê nirxandine.

 

Serepeyv