HAMAS: Azadkirina êxsîrên filistînî yek ji ewlewîyetên Tevgera HAMAS'ê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i338165-hamas_azadkirina_êxsîrên_filistînî_yek_ji_ewlewîyetên_tevgera_hamas'ê_ye
Endamekî Polîteborîya Tevgera HAMAS'ê got: Meseleya êxsîrên filistînî û azadkirina wan ji zîndanên Rêjîma Sîyonîst yek ji ewlewîyetên vê tevgerê yên herî girîng ji dema avakirina wê va ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2022 15:02 Asia/Tehran
  • HAMAS: Azadkirina êxsîrên filistînî yek ji ewlewîyetên Tevgera HAMAS'ê ye

Endamekî Polîteborîya Tevgera HAMAS'ê got: Meseleya êxsîrên filistînî û azadkirina wan ji zîndanên Rêjîma Sîyonîst yek ji ewlewîyetên vê tevgerê yên herî girîng ji dema avakirina wê va ye.

Endamê Polîteborîya Tevgera HAMAS'ê, Mehmûd Zehhar got: Em ê êxsîrên filistînî yên di zîndanên dagirkerên sîyonîst da tenê nehêlin; azadkirina her êxsîrekî filistînî ji zîndanên dagirkerên Qudsê destkevteke mezin e û em ê ji bo azadkirina wan di duyemîn lihevkirina birûmet a azadîyê da hewil bidin.

Vî rayedarê Tevgera HAMAS'ê got: Tişta ku li rexê rojavayê çemê Urdinê diqewime, ew tişta ye ku li Zîvala Xezeyê berî derxistina dagirkeran qewimî.

Zehhar herwiha got: Dagirkerên sîyonîst dê ji rexê rojavayê çemê Urdinê bên derxsitin, çawan ku ew ji Zîvala Xezeyê paşda vekişîyan.

Li gorî amara çavkanîyên filistînî, nêzî 4 hezar û 500 êxsîrên filistînî di zîndanên Rêjîma Sîyonîst da ne.