Cotmeh 24, 2022 15:36 Asia/Tehran
  •  Hemas: Hêza Rejîma Siyonîst a sekinîna li hemberî Berxwedanê li Qiraxa Rojavayî tune

Berdevkê Hemasê got: Siyaseta cinayetkarane ya terorê ya Rejîma Siyonîst nikare pêşî li berxwedana Filistînê li Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê bigire.

 

Ebdulletîf Qanû', Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas), got: Rejîma Siyonîst di têkoşîna dijî berxwedanê da li Cinîn, Nablos û bajarên din ên Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê lawaz e û bi rêya hokarên xwe ber xwe daye terorên bêdeng.

Qanû' bi gotina vêya ku terorkirina şehîd Tamir Kîlanî ya ne bi camêrtî nîşana têkçûna dagirkeran li hemberî berxwedana Filistînê û aremanên Erîn El-Eswedê li Nablosê ye, got: Siyaseta terorê ya cinayetkarane nikare pêşî li berxwedana Filistînê li Qiraxa Rojavayî ya dagirbûyî bigire.

Ebdulletîf Qanû' hişyarî da, Erîn El-Eswed û Berxwedan li Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê nikarin derhe terorkirina fermandar Tamir Kîlanî bêdeng bimînin û ew ê tola vî şehîdî û gişt şehîdan hildin.

Berdevkê Hemasê tevî tekeziya li ser vêya ku operasiyona Berxwedanê didome û vê yekê siyonîst şepirze kirine, got: Gişt siyasetên siyonîstî û senaryoyên ku vê rejîmê ji bo sînordarkirina operasiyonên berxwedanê bi kar anîn, li hemberî berxwedana filistîniyan têk çûn.

Hevdem çavkaniyên ibrî ragihand, rêxistinên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst ji ber dûhatên terorkirina Tamir Kîlanî ji fermandarên koma berxwedana Erîn El-Eswedê li Nablosê nîgeran in.

Kanala 12an a televîziyona Rejîma Siyonîst ragihand, texmînên rêxistinên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst nîşan didin ku koma Erîn Eswedê li dû cihanîna operasiyoneke tolhildanê wek berteka li hemberî şehîdkirina Kîlanî be.

Kanala 14an a televîziyona Rejîma Siyonîst jî ragihand, li pey terorkirina Kîlanî, servîsên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst ji ber tirsa ji berteka Koma Erîn Eswedê ya îhtimalî, ketine rewşa amadetiya tam.


 

Serepeyv