Cotmeh 14, 2022 18:14 Asia/Tehran
  • Leşkerên siyonîst êrîşî ser Cinînê kir; 2 filistînî şehîd û 6 kes birîndar bûn

Di encama êrîşa leşkerên Rejîma Siyonîst bo ser Cinînê û kampa wê li bakûrê Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê da 2 filistînî şehîd û 6 kes ji wan du hêzên alîkarîgihan birîndar bûn.

Li gorî rapora Kanala El-Meyadînê, Çavkaniyên xwecihî roja Înê ragihand ku hêzên taybet ên Rejîma Siyonîst ji ser banan ketin nav bajarê El-Xelîlê û kampa wî. Li pey wê erebeyên leşkerên siyonîst êrîşî ser bajêr kir û di encamê da pevçûneke giran di navbera siyonîstan û şervanên filistînî da qewimî.

Ev pevçûn li nêzikî nexweşxaneya şehîd Xelîl Silêman qewimîn û hêzên dagirker li Kampa Cinînê guleyên şêrr bi kar anîn ku di encamê da filistîniyek şehîd bû.

Çavkaniyên nûçeyan tekez kir ku hêzên dagirker rê li ber hereketa kadroya bijîşkî û ambûlansan li Cinînê girt.

Şehedên bûyerê tekez kir ku Ebdullah Ebultîn, bijîşkê filistînî di dema gihandina alîkariyê bo birîndarekî da, li hewşa nexweşxaneyê birîndar bû.

Li gorî zanyariyên herî dawî, hêzên Rejîma Siyonîst ketin ber gullebarana hêzên berxwedana Filisstînê û neçar man ku ji Kampa Cinînê vekişin.

 

Serepeyv