Dagirkerên siyonîst êrîşî Mizgefta Eqsayê kirin
Komek ji siyonîstên bajarokan di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê yên hêzên dagîrker ên Rêjîma Siyonîst ji dergehê rojavayî êrişî hewşên Mizgefa Eqsayê kirin.
Li gorî rapora kanala Al-Alamê, Îdareya Ewqaf a Qudsê ragihand ku bi dehan siyonîstên bajarokan îro danê sibê li komên li pey hev êrişî Mescîda Eqsayê kirin û di heman demê de ji bo gurtirkirina êrişan di saet û rojên bê de bi minasibeta eyda cihûyan a bi navê eyda "Roja Erşê" daxuyaniyên wexwendinê dane.
Berî niha leşkerên rejîma dagîrker ji bo ewlekariya êrişên nişteciyên bajarokên siyonîstî ser hewşên Mizgefta Eqsayê, bi êrişa ser vê Mizgeftê û dûrxistina filistîniyan ji rêya êrişan, rê li ber derbasbûna filistîniyan nav hewşên mizgeftê girtin.
Bi dehan filistînî bi qîrîna dirûşma "Allahu Ekber" li hundirê Mescida Eqsayê kom bûn û hewl dan êrîşên niştecihên bajarokên siyonîstî asteng bikin.
Polîsên rejîma dagirker hêzên xwe di hundirê Mescida Eqsayê û deriyên wê de bi hêz kirin.
Her wiha polîsan kesên ku diketin nav mizgeftê nasnamên filistîniyan kontrol dikirin û ew diêşandin.
Klûba Hêsîran ragihand ku di heman demê de hêzên dagîrker 6 filistînî ji deverên cuda li Şerîeya Rojava girtin û bi behaneya beşdariya di berxwedana çekdarî de bo dezgehên ewlekarî yên rejîma dagîrker hatin veguhestin.