Çile 04, 2026 18:54 Asia/Tehran

Serokê Tevgera Hemasê li Rexê Rojava got ku Rexê Rojava qet teslîm nabe û dê wekî berbendeke xurt li himber pîlanên dijmin de bimîne.

 Zahir Cebarêyn, Serokê Tevgera Hemasê got: Êriş, tundûtûjî û hovîtiya bajaroknişînên siyonîst, siyasetên awarekirina filistîniyan, berfirehkirina hewildanên jibo cihûkirina deverên Filistînê û wêrankirina malên xelkê bûyerên bi hev ve girêdayî ne ku beşek ji siyaseta sîstematîk a Rejîma Siyonîst  jibo sepandina rasitiya bi darê zorê ya nû ser gelê Filistînê û şikestina îradeya wan de ye. Tiştê ku îro Rexê Rojava diceribîne, şerekî eşkere ye  ku  hem gel û hem jî welêt dike hedef  lê Rexê Rojavaya Çemê Urdinê işkest naxwe û dê wekî kelem û dirikekê li çavê dagirkeran de bimîne û  planên wan asteng bike. 

Serokê Tevgera Hemasê rewşa qeyranî û şerê li Rexê Ropjava rave kir û kiryarên rejîma Siyonîst wekî şerekî tam û tekûz  li dijî hebûna Filistînê bi nav kir.

Wî di dewamê de bal kişand ser Xezzeyê û tekezî ser peywendiya xurt di navbera Xezze, Rexê Rojava û Qudsê kir û got berxwedan, tevî hemû fedakarî û terorkirina fermandaran, heta ku azadiya tam cih neyê, dê nesekine.

Zahir Cebarêyn tekez kir ku Tabûrên Qessam û berdevkê wê yê leşkerî, Ebû Ubeyde, wekî sembola berxwedanê, bi ragihandina şehadeta komkî ya fermandarên xwe yên wêrek di rojên  derbasbûyî de ser îradeya xurt a vê tevgerê ji bo berdewamiya rêya dijwar a tijî fedakarî û wêrekiyê heta serkeftina dawî tekez kirine.

Serepeyv