Hizbullah: Gefa Amerîka û Rejîma Siyonîst ji çekan derbas bûye û siberoja Libnanê kiriye armanc
Kanûn 30, 2025 16:03 Asia/Tehran
Wekîlekî Hizbullahê li parlemana Lubnanê hişyarî da ku zextên Amerîka û Rejîma Siyonîst dijî vî welatî ji daxwaza bêçekkirina wê tevgerê wêdetir çûne û siberoja siyasî, ewlehî û nasnameya Libnanê kirine armanc.
Elî Feyaz got ku projeyeke siyasî, ewlehî û aborî di halê cihanînê de ye ku dikare hevsengiyên navxweyî têk bide û serweriya Libnanê bixe bin kontrola biyaniyan û serxwebûna welêt lawaz bike. Hizbullahê tekezî ser domandina berxwedanê, pabendbûna bi biryarnama 1701, rawestandina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst û gotûbêja navxweyî ji bo diyarkirina stratejiyeke berevaniyê kiriye. Ev gotin di halekî de ne ku mesela bêçekkirina Hizbullahê û nakokiyên bi Rejîma Siyonîst re didomin û Libnan di rewşa hesas a siyasî û ewlehiyê de ye.