Bertekên li himber destwerdan û destdirêjiya leşkerî ya Amerîkayê ser Venezuelayê
Dêlsî Rodîrêgz, Cîgira Serokomarê Venezuelayê, piştî revandina Madûrû, serperestiya hikûmta vî welatî daye istûyê xwe.
Li gorî Destûra Bingehîn ya Venezuleayê, xanima Rodrîgêz divê heta 30 rojên din rewşê jibo lidarxistina hilbijartinên serokomartiay vî welatî amade bike. Destdirêjiya hêzên amerîkî ser Venezuelayê û revandina serokomarê vî welatî, bertekên navneteweyî bi dû xwe re aniye. Wezîrê Derve yê Îranê di gotûbêja bi hevtayê xwe yê venezuelayî re, piştgiriya Îranê ji bo gel û hikûmeta Venezuelayê ragihand. Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê, jî bang li hikûmeta Amerîkayê kir ku bi lez rewşê jibo azadkirina Maduro û jina wî xweş bike. Wezareta Derve ya Rûsiyê j' ragihand ku Moskow pir dilnigeran e û Destdirêjiya çekdariyê ya ku Amerîkayê li dijî Venezuelayê kiriye, şermezar dike.
Welatiyên welatên curbicur ên cîhanê ji wan Amerîka, Kolombiya, Şîlî, Ekvador, Brezîlya, Spanya û Malezya bi kombûnên nerazîbûnê ev kiryara Amerîkayê rexne kirin. Xelkê bajarên Fransa û Spanyayê derketin kolanan û ev operasyon wekî binpêkirina serweriya neteweyî ya Karakasê bi nav kirin. Xwepêşanderan li Parîsê li dijî destdirêjiya Amerîkayê dijî Venezuelayê slogan avêtin : Donald Trump! Bicehnime! Karakas ne ya te ye. Xelkê Mekzîkê jî bi avêtina hêkan ser balyozxaneya Amerîkayê nerazîbûna xwe ragehandin. Xelkê nerazî li welatên curbicur bang li civaka navneteweyî kirin ku li himber kiryara Amerîkayê bertekeke cidî nîşna bidin da ku rê li ber hilweşyana pergala navneteweyî were girtin.