Li Berlînê kareba qut bûye, bi hezaran malbat ber sirrê mane
Çile 04, 2026 21:53 Asia/Tehran
Bi dehan hezar kes ji ber qutbûna berfireh a karebayê û sirreke giran rastî qeyraneke cidî ve hatine.
Qutbûna berfireh a karebayê li başûrê rojavaya paytexta Almanyayê ku ji vê sibê ve destpê kiriye 45 hezar malbat û 2 hezar û 200 kes li nexweşxane û navendên xweyîkirina pîr û kalan li ber sirra giran û bêyî kareba, telefon û bê sobe hêlaye.
Ev qutbûn di halekî de ye ku Berlîn rastî pêleke sirra giran a zivistanê ve hatiye û gelek mal ji ber nebûna karebayê ji germahiyê jî bêpar mane.