Îlon 16, 2022 12:37 Asia/Tehran
  • Serokomarê Şîlî bawernama balyozê Rejîma Siyonîst nepejirand

Serokomarê Şîliyê bi piştevaniya ji gelê Filistînê bawernama balyozê Rejîma Siyonîst red kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, roja pêncşemiyê, Gabriel Burik serokkomarê Şîliyê, ji ber nerazîbûna derheq kuştina zarokên filistînî di bombebarana vê dawiyê de li Zîvala Gazayê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve, bawernama Gil Art Reilly balyozê Telavîvê li Şîliyê red kir. 

Li gor vê raporê, ev redkirin nayê wateya qutbûna peywendiyên bi Îsraîlê re û rayedarên Şîliyê biryar dane ku pêşwazîkirina ji balyozê Rejîma Siyonîst bo çend mehên din paşde bixin.

Pêştir “Gabriel Burik” di gotûbêja digel kanala 13-an a vî welatî de ragehandibû ku, Filistîn ji salên dirêj ve hatiye dagîrkirin û em zêde ji tiştên ku li wir diqewimin nizanin û giring e ku em bizanin ka çi li wir diqewime.

Balyozxana Îsraîlê ya li Şîlî hê jî bertek nîşanî vê nûçeyê nedaye.

Roja Sêşemê di encama şer û pevçûna navbera hêzên berxwedêr ên filistînî û leşkerên siyonîst de 2 têkoşerên filistînî şehîd bûn.

Roja çarşemê, tazelawek filistînî bi navê “Adî Salih” ê 15 salî, li bajarê “Kaferdan”ê li Cenînê li bakurê Şerîeya Rojava, bi gulleya leşkerên siyonîst hat kuştin.

Serepeyv