Îlon 08, 2022 14:40 Asia/Tehran
  • Li Şerîeya Rojava filistînîyek bi gulla leşkerên siyonîst şehîd bû

Leşkerên siyonîst li navenda Şerîeya Rojavayê filistîniyek şehîd kirin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Filistîn El-Yewmê, sibeha roja pêncşemê leskerên siyonîst li dergehê gundê “Bêytîn”ê li bakurê rojhilatê Ramullahê û li nêzîkî xala kontrolê ya “Beyt Îlê”, welatiyekî filistînî dan ber gullan û şehîd kirin.

Çavkaniyên herêmî jî ji hebûna zêde ya eskerên siyonîst li vê nuqteya kontrolê xeber dan.

Hêzên siyonîst roja çarşemê li kempa El-Fareh a parêzgeha Tûbasê ciwanekî filistînî bi navê “Yûnes Xesan” ê 21 salî bi gullan kuştin.

Di vê derbarê de hêzên berxwedêr ên Felestînê bi pakêteke teqemenî êrîşî nuqteya kontrolê ya "Celme" ya li bakurê Cenînê kirin. Der barê ziyanên muhtemel ên vê êrîşê de tu raporek nehatiye weşandin.

Zêdebûna têkoşîna çekdarî ya girûpên berxwedanê yên Filistînê bi taybetî li du bajarên Nablus û Cenîn ku efsaneyên berxwedanê yên li Şerîeya Rojavayî ne, serkirdeyên Rejîma Siyonîst zêdetir ji berê nîgeran kirine.

Serepeyv