Tîrmeh 13, 2022 11:59 Asia/Tehran
  • Nebîh Bêrrî: Rêjîma Sîyonîst 22 hezar carî sînorê hewayî yê Libnanê binpê kirîye

Serokê Parlimana Libnanê di salroja Şerê 33rojî yê Rêjîma Sîyonîst dijî Libnanê da ragihand ku 12ê Tîrmeha sala 2006ê jibo Libnanê serketin û jibo dijminê sîyonîst işkestek e.

Serokê Parlimana Libnanê Nebîh Bêrrî duh danê êvarê di salroja Şerê 33rojî yê Rêjîma Sîyonîst dijî Libnanê da ragihand ku Libnan bi sêkoşeya gel, artêş û ``berxwedanê`` ser ket û em dê hema bi vê moral û wêrekatîyê ji çavkanîyên deryayî û bejayî yên welêt berevanîyê bikin.

Bêrrî pêgirî kir ku di êrişên giran, komkujî, kavilkarî û awarekirina gel a di 33 rojên şerê 33 rojî da, Libnan serket û plana Rojhilata Navîn a Nû tûşî işkestê bû.

Serokê Parlimana Libnanê herwiha got: Îro 16 salan piştî cinayeta Rêjîma Sîyonîst dijî Libnanê, ev rêjîma bi domandina dagirkerîya li pişka bakur a gundê Gecirê, serwerîya Libnanê binpê dike. Vê rêjîmê zêde ji 22 hezar carî serwerîya hewayî ya Libnanê û biryarnama 1701ê binpê kirîye û li deryayê jî çav berdaye çavkanîyên nift û gazê yên Libnanê.

Serepeyv