Rayedarê libnanî: Hilbijartin dê pênaseya welêt diyar bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i332666-rayedarê_libnanî_hilbijartin_dê_pênaseya_welêt_diyar_bike
Alîkarê Serokê Konseya Cihanînê ya Tevgera Hizbullaha Libnanê hilbijaertina tê ya li Libnanê wek diyarkera stratejî û pênaseya vî welatî di qonaxa bê da zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2022 13:17 Asia/Tehran
  • Rayedarê libnanî: Hilbijartin dê pênaseya welêt diyar bike

Alîkarê Serokê Konseya Cihanînê ya Tevgera Hizbullaha Libnanê hilbijaertina tê ya li Libnanê wek diyarkera stratejî û pênaseya vî welatî di qonaxa bê da zanî.

Li gorî rapora El-Minarê, Şêx Elî Demûş, Alîkarê Serokê Konseya Cihanînê ya Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Hinek li dijî Berxwedanê hatine nav meydana hilbijartinê û li dû derbelêdana li Berxwedanê û danîna welêt di bin sergêriya Amerîkayê da ne.

Alîkarê Serokê Konseya Cihanînê ya Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Em li kêleka hevpeymanên xwe bi mebesta parastina Libnaneke bihêz, serbixwe û serfiraz ku li dijî palpiştiya bi welatên biyanî ye, derbasî vê qadê bûne.

Demûş got: Hebûna me li Parliman û dewletê di qonaxa raborî da bû sebeba piştevaniya ji Berxwedanê û pêşîlêgirtin li êrîşa li ser wê, tevî ku rê li ber Amerîkayê ji bo sepandina sergêriya xwe li ser Libnanê û cihanîna armancên xwe li navçeyê girt.