Xalid Meşel bi Koronayê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i331159-xalid_meşel_bi_koronayê_ket
Medyayên Erebî ragihandin ku Xalid Meşel, Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê bi vîrusa Koronayê ketiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2022 12:57 Asia/Tehran
  • Xalid Meşel bi Koronayê ket

Medyayên Erebî ragihandin ku Xalid Meşel, Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê bi vîrusa Koronayê ketiye.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNA`yê, ji zarê Palestine24`ê, Xalid Meşal, serokê buroya siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) piştî ku bi kesekî tûşbûyî re têkilî danî, bi vîrusê ket.

Li gorî çavkaniyên Hamasê, Xalid Meşal niha di tendurustiya kamil de ye.

Li gorî malpera Worldometers, li Filistînê ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê heta niha 440 hezar û 282 kes bi vîrusa koronayê ketine, di nav de 4 hezar û 678 kes ji ber vîrusê mirine.

Rejîma Siyonîst rê li ber derbasbûna alîkariyên navneteweyî ji bo gelê Filistînê ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê, girtiye.