Antonio Guterres: Divê xwesta gelê Lubnanê ji bo desthilatdarên Lubnanê bibe yekem
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî di civîneke rojnamevanî ya hevbeş de ligel serokomarê Lubnanê li Beyrûtê, tekezî li ser pêwîstiya reforman li vî welatî kir û daxwaz ji berpirsên siyasî yên Lubnanê kir ku giringiyê bidin daxwazên xelkê.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi serdaneke sê rojî li Lubnanê ye û roja Yekşemê 19ê Kanûna 2021ê li Beyrutê ligel Serokê wî welatî Michel Aoun civiya. Piştre di civîneke çapemeniyê de daxwaz ji civaka navdewletî kir ku zêdetir alîkariya Lubnanê bikin. Guterres got, armanca serdana wî hevkarîkirina xelkê Lubnanê ye.
Guterres hevdem daxwaz ji partiyên siyasî yên wî welatî kir ku ferq û cudahiyên xwe bidin aliyekî û çareseriyekê bo krîza heyî ya wî welatî bibînin. Ev di demekê de ye ku Lubnan di krîzeke “kûr” a aborî re derbas dibe. Aliyên navdewletî alîkariya mirovî pêşkêşî Lubnanê kirine daku bikaribe krîzê derbas bike, lê dibêjin heta reform neyên kirin alîkariya darayî pêşkeş nakin.
Guterres got, tenê ji sedî 11 bersiva plana Neteweyên Yekbûyî hatiye dayîn û daxwaza alîkariyeke zêdetir ji civaka navdewletî kir. Herwiha bibîr xist ku çawa Lubnanê sînorê xwe li ber koçberan vekiriye û alîkarîya wan kiriye, divê bi heman awayî civaka navdewletî jî hevkariya Lubnanê bike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî herwiha got “Bi baweriya min civaka navdewletî wek pêwîst alîkariya Lubnanê nekiriye. Ev jî di demekê de ye ku Lubnanê bo havkarîkirina welatên din sînor û dilê xwe li ber koçberan vekiriye. Lê mixabin, hinek welatên gelekî dewlemend û bihêz sînorên xwe digrin. Mînaka Lubnanê jî mînakeke ku berpirsyariyê dixe ser asayîşa navdewletî bo wêya hevkariya Lubnanê bike daku bi ser wan astengiyan de biserkeve ku niha hene.”