Adar 14, 2021 08:37 Asia/Tehran
  • Programa Xurakê ya Cîhanî: Mezintirîn krîza mirovî li Yemenê ye

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji rewşa mirovî ya xelkê Yemenê nîgeran e û daxwaza hevkariyê ji civaka navdewletî dike.

Rêveberê Programa Xurakê ya Cîhanî ragihand ku di dema 6 mehên pêş de pêdiviya wan bi kêmanî bi 815 milyon dolar heye bo dabînkirina xwarinê ji xelkê birçî yê Yemenê re, lê niha tenê 300 milyon dolar li ber destê wan e.

Rêveberê Programa Xurakê ya Cîhanî David Beasley di van çend rojên derbasbûyî de serdana çend cihên Yemenê kiribû, ji wan jî Sen`aya paytexta vî welatî.

Beasley got, bi çavê xwe dîtiye ku zarok li nexweşxaneyeke Sen`ayê ji ber kêmbûna xwarinê canê xwe ji dest dane.

David Beasley, Rêveberê Cîbicîkar ê Programa Xurakê ya Cîhanî, dibêje, “Her wek agahdar in, rewşa Yemenê gelekî xirab e, krîza mirovî ya herî mezin li ser rûyê erdê. Nêzîka 16 milyon kes ji niştecihên wî welatî di krîzê de ne û 5 milyon kes ji wan gihiştina keviya karesatê ji ber birçîbûnê. Lewra eger ew pere û sotemaniya ku pêwîstiya me pê heye negihêje destê me, wê demê dibe karesata herî xirab ji ber birçîbûnê bibînin.”

Rêxistina Netweyên Yekbûyî daxwaza çareserkirina krîza Yemenê dike û amaje bi wê yekê dide ku pêdiviya nêzîka 400 hezar zarokan li wî welatî bi alîkariya bilez heye daku ji nêza û birçîbûnê bên rizgarkirin.

Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî û çend welatên din bi hevkarî û alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 şerekî giran li dijî gelê Yemenê dan despêkirin û ev welat ji wê demê heya niha ji erd, esman û deryayê dorpêç kirine. Di encama van kiryar û cinayetên dagîrkeran heya niha zêde ji 17 hezar hatine kuştin û bi dehan hezar jî birîndar bûne û bi milyonan yemenî jî aware û bê mal û mesken bûne û zêde ji 16 milyon tûşî karesata birçîbûnê û xelayê hatine. 

Serepeyv