-
Daxûyaniya Hizbullahê li dijî liv û tevgerên Wezareta Karên Derve û Xizînedariya Amerîkayê
Tebax 21, 2026 15:50Hizbullaha Libnanê bi daxûyaniyekê îdiaya Waşîngtonê red kir û got: Hemî ev boykot û cudakirinên nedadmendane, dê me ji pabendbûna bi bijarteya Berxwedanê, mafê Libnan û gelê vî welatî jibo berevaniya ji ax, serwerî û çavkaniyên xwe venekşînin.
-
Êrişên berfireh ên esmanî û topxaneyî yên rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê
Tebax 21, 2026 12:19Çavkaniyên nûçeyan ên Libnanê derbara êrişên esmanî û topxaneyî yên berfireh ên artêşa rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên başûrê vî welatî ji wan Dûhe Keferreman, Elî Tahir û Mensûrî agahî dan. Siyonîstan her wiha agir berdan erdên cotkariyê yên başûrê Sûriyê
-
Endamê Payebilind ê Ensarullahê: Têkçûyîna Amerîka, Erebistan û rejîma Siyonîst li himberî Yemenê
Tebax 21, 2026 11:19Muhemed Fereh, endamê payebilind ê Enarullahê got: Amerîka, Erebistan û rejîma Siyonîst bi balefirên cengê û bomberêj û paporên pêşkeftî û amûrên nûjen nekarîn bi ser bikevin û xwe ji bin dorpêça Yemenê rizgar bikin. Kirêgirtiyên Siûdî jî bi xwefirên ku narincokan davêjin, dê nekaribin.
-
Artêşa Yemenê: Me êrişî balafirgeha Necranê û palîngeha Aramcoyê kir
Tebax 20, 2026 17:46Yehya Serî, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê got ku hêzên çekdar ên Yemenê bi bikaranîna xwefiran, bi du opersiyonan êrişî armanceke hestyar a dijminê siûdî li balafirgeha Necranê û binesaziyên niftê yên Aramcvoyê kirin ku ev operasiyon bi tevahî serkevtî bûn.
-
Yehya Serî: Yemenê heta niha 8 niftkêşên Siûdî hedef girtine
Tebax 19, 2026 17:45Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Me heta niha heşt niftkêşên Siûdî hedef girtine.
-
Yemenê êrişî gemiya siûdî kir
Tebax 17, 2026 18:53Sertîp Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Bi alîkariya Xwedê, hêzên çekdar ên Yemenê karîn gemiyeke leşkerî ya siûdî yê taybetî veguhestin û peyakirina leşkeran ku çar belemên leşkerî pê re bûn, li Deryaya Sor û nêzîkî perravên Muxayê bikin hedef.
-
Êrişên hewayî û topxaneyî yên Rejîma Siyopnîst ser başûrê Libnanê
Tebax 17, 2026 18:43Anegorî rapora medyayên libnanî, topxaneya Artêşa Rejîma Siyonîst êrişî navçeya Wadî Hecîrê li başûrê Libnanê kir.
-
Dewama xwepêşandana Siyonîstan li dijî Netanyahû
Tebax 16, 2026 14:07Xwepêşandana Siyonîstan li dijî siyasetên Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê rejîma Siyonîst, şemiyê şevê li navçeyên curbicur ên Filistîna dagirkirî berdewam kir.
-
Hizbullah: Em ê tu carî teslîm nebin
Tebax 16, 2026 13:07Tevgera Hizbullaha Lubnanê vîdyoyek nû bi navê "Em ê li ber xwe bidin û em ê tu carî teslîm nebin" weşand û xitabî dijberên xwe û rejîma Siyonîst tekezî li ser berdewamiya berxwedan û teslîmnebûnê kir.
-
7 kes di cinayeta herî nû ya Rejîma Siyonîst li başûrê Libnanê de şehîd bûne
Tebax 15, 2026 17:46Çavkaniyên libnanî ragihandin ku di encama êrişên nû yên dagirkirên Siyonîst ser başûrê Libnanê de 7 kes şehîd bûne. Ji hêla din ve leşkerên Rejîma Siyonîst hîna ji navbirina ya ku ji binesaziyên girîng li bajarê Bênt Cebîlê mane û gundên derdorê berdewam dikin.