Artêşa Yemenê êrişî Aramkoyê û balafirrgeha Riyazê kir
Artêşa Yemenê ragihand: Me şirketa Aramkoyê, balafirrgeha Riyazê û palîngeha Aramkoyê bi gelek mûşek û xwefirran kirine armanc.
Yehya Serî' berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand: Di bersiva êrişên Erebistanê ser Sena'yê û parêzgehên azadkirî da, operasyoneke leşkerî ya taybet li axa Erebistanê pêk hat û tê da sê armancên stratejîk bi mûşeka balistîk, mûşeka krûz û xwefirrên deqîq hatin armancgirtin. Yehya Serî' tekez kir: Di çarçoveya hişyarîyan bo dijminê siûdî yê tawankar da, hêzên çekdar ên Yemenê operasyoneke leşkerî ya giring li dijî şirketa Aramkoyê li Zehranê li navçeya rojhilat, balafirrgeha navneteweyî ya Melik Xalidê li Riyazê û palîngeha Aramkoyê li Riyazê pêk anîn. Yehya Serî' got: Ev operasyon bi bikaranîna jimareke zehf a mûşekên balistîk û krûz û xwefirran pêk hat û bi saya Xwedê, lêdan deqîq bûn û bûn sedema wêrankirin û agirberbûnê li armancên têkildar.