Sen`ayê hişyarî da şirketên geştên esmanî u binkeyên nifta Erebistanê 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360778-sen_ayê_hişyarî_da_şirketên_geştên_esmanî_u_binkeyên_nifta_erebistanê
Berdevkê Dewleta Yemenê ji dewlet u alîyên ku Erebistan dixwaze wan tevlî şerê dijî Yemenê bike, xwest ku di destdirêjîya ser gelê Yemenê da beşdar nebin.
(last modified 2026-10-10T11:06:24+00:00 )
Çirî 10, 2026 14:35 Asia/Tehran
  • Sen`ayê hişyarî da şirketên geştên esmanî u binkeyên nifta Erebistanê 

Berdevkê Dewleta Yemenê ji dewlet u alîyên ku Erebistan dixwaze wan tevlî şerê dijî Yemenê bike, xwest ku di destdirêjîya ser gelê Yemenê da beşdar nebin.

Umer Da`ir Bexîtî ji dewlet u alîyên ku Erebistan dixwaze wan tevlî şerê dijî Yemenê bike, xwest ku di destdirêjîya ser gelê Yemenê da beşdar nebin.
Bexîtî, Erebistan bi gurrkirina şêrr li herêma Bab ul Mendebê û veguhertina wir bo meydana şêrr tawanbar kir û pêgirî kir ku ew kara gefek dijî hatin u çûyîna keştîyan tê hesêb û dê Rîyaz berpirsê rasterast ê dûhatên wê be. 
Navenda Rêkxistina Karên Mirovdostane ya dewleta Yemenê jî careka din şirketên geştên esmanî derheq xeterên derbasbûna ji esmanê Erebistanê hişyar kir u ragihnad ku esmanê Erebistanê bilî esmanê Mekke u Medîneya munewere qada operasyona hêzên Yemenê ye.