Destdirêjîyên Erebistanê ser navçeyên niştecîbûnê yên Yemenê berdewam in
Çirî 12, 2026 18:05 Asia/Tehran
Destdirêjîyên asimanî û topxaneyî yên Rejîma Siûdî ser navçeyên niştecîbûnê yên Yemenê hema wisa didomin.
Amara şehîdên destdirêjîya asimanî ya siûdî ser navçeyên niştecîbûnê li navçeyên Xeb û Eş-Şe'fê li parêzgeha Ec-Cewfê gihîştiye 8 kesan ku du kes ji şehîdan zarok û kesek jî jin e. Balafirrên şêrr ên Rejîma Siûdî, navçeya Şibam Kokebanê li parêzgeha Em-Mehwîtê ya Yemenê jî bombebaran kirin. Herwiha beşa Şedayê li parêzgeha Se'deyê bû armanca êrişên xwefirrî û topxaneyî yên hêzên siûdî.