23 leşkerên siyonîst ji destpêka sala 2026an va xwe kuştine
Tesrîn 23, 2026 17:13 Asia/Tehran
Rojnameyeke îbrî nivîsî ku ji destpêka sala 2026an va, 23 leşker û efserên çalak ên Rejîma Siyonîst xwe kuştine ku ev hejmar bilindtirîn rêjeya xwekujîyê di artêşa vê rejîmê da di nav 16 salên raborî da ye.
Rojnameya îbrî ya Haaretz’ê herwiha ragihand, herî kêm 17 leşkerên ku di dema şerrê îsal da di nav hêzên yedek û neçalak da bûn, xwe kuştine.Îsal 5 hêzên polîs jî xwe kuştine û 6 bûyerên xwekujîyê di nav nexweşên beşa bihêzkirinê ya Wezareta Şêrr a Rejîma Siyonîst da hatine tomarkirin.Ev amar û agahî nîşan didin ku bûyerên xwekujîyê di pergala ewlehîyê ya Rejîma Siyonîst da zêde bûne ku bi destpêbûna şerr di 7ê Cotmehê da zêdetir bûye.