Yemeniyan derkeftine berfireh li hember destdirêjkerên Si‘ûdî bi dest xistin
Tesrîn 21, 2026 18:30 Asia/Tehran
Hêzên çekdar ên Yemenê bi rizgarkirina bi hezaran kîlometre ji axa vî welatî, karîne hevsengiya hêzê li hember destdirêjkerên Si‘ûdî biguherînin û ewlehîyê bo piraniya deverên Yemenê vegerînin.
Hêzên yemenî bi pêkanîna operasyonên bejayî yên berfireh û êrişên mûşekî û xwefirrî, hinek navçeyên stratejîk ji wan El-Mixa, Zubab û Bab ul-Mendebê ji bin kontrola hêzên girêdayî Erebistana Si‘ûdî derxistin. Ev alûgor bûne sebeb ku hejmareke yekîneyên girêdayî Erebistana Si‘ûdî bên dorpêçkirin û paşda vekişin. Hêzên çekdar ên Yemenê herwiha tekez kirine ku armanca van operasyonan, dabînkirina ewlehîya tengava stratejîk a Bab ul-Mendebê û têkoşîna li hember destdirêjiyên Erebistana Si‘ûdî bûye.