Tankereke binpêker li rojhilatê Tengava Hormizê teqiya
Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala teqîn û şewata tankereke binpêker li rojhilatê Tengava Hormizê ji ber lêketina bi mayîneke deryayî kir.
Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di daxuyaniyekê da ragihand: Tankereke binpêker tevî hişyarîyên îlankirî û pêwîstiyên hatûçûna deryayî, bi vemirandina pergalên naskirin û navîgasyonê ketibû navçeya qedexe ya rojhilatê Tengava Hormizê ku di pey lêketina bi mayîneke deryayî tûşî şewatê bû.Hêza Deryayî ya Artêşê bi hişyarîdana li xwedan û birêveberên tankeran tekez kir: Hatûçûn di navçeyên qedexe û sînorên ragihandî da, gefeke ciddî dijî canê lêniştîyan û ewlehîya keştiyan e; ji ber vê yekê berpirsyarîya her bûyerê ya ji ber sersariya hemberî hişyarî û sînordariyên deryagerîyê, li ser ustiyê xwedan û bikarhênerên keştiyan e.