Leşkerên dagirker konên awareyên Xezzeyê kirin armanc
Leşkerên Rejîma Siyonîst di dewama binpêkirina agirbesê li Xezzeyê da konên awareyan şewitandin û li başûrê vî bajarî gulle berdan sivîlan.
Di êrişa leşkerên Rejîma Siyonîst li ser konên awareyan li Xan Yûnisê da dayîk û zarokek birîndar bûn. Navçeyên bakûrê Xezzeyê bi taybetî Bêt Lahiya û bakûr-rojhilatê Kampa En-Nuseyratê jî şahidê liv û tevgerên leşkerên dagirker bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî ragihandîye ku di êrişên 48 saetên raborî yên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê da, 9 kes şehîd bûn û 55 kes birîndar bûn. Ev destdirêjî di halekî da ne ku niştecihên Xezzeyê ji ber şert û mercên avhewayê, barîna barana tund û kevnbûna konên awareyan di şert û mercên pir dijwar da dijîn. Li gorî dawîn amara Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, hejmara kesên ku di encama destdirêjîyên Rejîma Siyonîst li vî bajarî da şehîd bûne gihîştîye 74 hezar û 715 kesan û hejmara birîndaran gihîştîye 176 hezar û 139 kesan.