Êrişa Erebistanê ser Yemenê u şehîd u birîndarbûna bi dehan kesî
Piştî êrîşeke hovane li ser bazarekê li parêzgeha Taîzê ku bû sedema şehîdkirin u birîndarkirina bi dehan kesan, rejîma Seûdî vê carê jî êrişî çend komavahîyên niştecîhbûnê li navçeya Benî Huşeyşê kir.
Ebdulezîz Deylemî, rêveberê Nexweşxaneya Selameyê, ragihand ku piştî êrîşeke asmanî ya balafirên cengê yên Siûdî li ser gundê Şeriye ser bi navçeya Benî Huşeyşê (li rojhilatê Sen'ayê), termên 22 şehîdan û 30 kesên birîndar anîne nexweşxaneyê. Balafirên cengê yên Siûdî nêzîkî şeş xaniyên li gund û her wiha tîmên rizgarkirinê kirin armanc; wan her wiha, bi gerrîna li esmîn rê li ber tîmên hawarçûnê girtin ku bigihîjin cihê êrîşan.
Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê ragihand: Hejmara giştî ya qurbaniyên êrîşa bi pêşengiya Erebistana Siûdî li dijî Yemenê ji destpêka tundbûna gêreyê va heta 6ê Mijdarê rabûye 981 kesan, ku ev hejmar hem kesên hatine kuştin û hem jî yên birîndarbûyî digire ber xwe. Her wiha, Ofîsa Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY (OCHA) ragihand ku piştî êrîşên li Yemenê, ji destpêka meha Tebaxê ve hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne, li wî welatî gihîştiye 313 hezar kesan.