2 leşkerên Siyonîst li Nablosê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i359194-2_leşkerên_siyonîst_li_nablosê_hatin_kuştin
Anegorî wêneyên ku ji yekemîn kêliyên operasiyona Nablosê û dema sekinîna filistîniyan li hember êrişên siyonîstan ser gundê Tilê li nêzîkî Nablosê hatine weşandin, leşkerekî Siyonîst hatiye kuştin û 4 filistînî jî şehîd bûne
(last modified 2026-07-25T08:27:49+00:00 )
Tîrmeh 25, 2026 09:56 Asia/Tehran
  • 2 leşkerên Siyonîst li Nablosê hatin kuştin

Anegorî wêneyên ku ji yekemîn kêliyên operasiyona Nablosê û dema sekinîna filistîniyan li hember êrişên siyonîstan ser gundê Tilê li nêzîkî Nablosê hatine weşandin, leşkerekî Siyonîst hatiye kuştin û 4 filistînî jî şehîd bûne

Medyayên Siyonîst ragihandine ku hejmara kesên ku di encama gulleavêtina ser gundên Tilê li Perrava Rojava Çemê Urdinê de hatien kuştin rabûye 2 kesî û leşkerê siyonîst ê ku hatiye kuştin, fermandê wan hêzan bûye ku ji bo wir hatine şandin. Anegorî raporan 15 tirombîlên leşkerî yên Rejîma Siyonîst êrişî bajarê Nablosê û nexweşxaneya pisporiyê ya li Perrava Rojava Çemê Urdinê kirine. Hîva Sor a Filistînê jî ragihand ku di encama êrişa bajaroknişînan ser gundê Fereitayê li nêzîkî Qilqiliyê li Perrava rojava de 8 kes birîndar bûne. Di 24 saetên buhurî de 8 kes li Perrava Rojava di encama êrişa leşker û bajaroknişînên Siyonîst de şehîd bûne.