Berteka Hemasê himber piştgirîya Amerîkayê ji çêkirina bajarokan bo sîyonîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i358526-berteka_hemasê_himber_piştgirîya_amerîkayê_ji_çêkirina_bajarokan_bo_sîyonîstan
Tevgera Hemasê piştgirîya bêmînak a Amerîkayê ya bi raberkirina xizmetên konsolî bo sîyonîstan ji çêkirina bajarokan bo sîyonîstan kiryareke bitaluke û bifermî- naskirina bajaroksazîyê zanî.
(last modified 2026-02-26T08:53:22+00:00 )
Sibat 25, 2026 14:41 Asia/Tehran
  • Berteka Hemasê himber piştgirîya Amerîkayê ji çêkirina bajarokan bo sîyonîstan

Tevgera Hemasê piştgirîya bêmînak a Amerîkayê ya bi raberkirina xizmetên konsolî bo sîyonîstan ji çêkirina bajarokan bo sîyonîstan kiryareke bitaluke û bifermî- naskirina bajaroksazîyê zanî.

Tevgera Hemasê di daxûyanîyekê da ragihand: Kiryara Amerîkayê ya raberkirina xizmetên konsolî di nav bajaroka Efratê li komavahîya Etsîyonê ku li erdên rexê rojavaya çemê Urdinê hatîye avakirin, karekî bitaluke u hevdengîya aşkira tev planên dagirkeran ên bicihkirina cihûyan li erdê filistînîyan u bi wateya bifermî-naskirina bajaroksazîyê u serdestîya Rejîma Sîyonîst li rexê rojavaya çemê Urdinê tê hesêb.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Biryara nû ya Amerîkayê berovajîtîyeke aşkira di helwestên Waşîngtonê da nîşan dide; Amerîkaya ku idia dijayetîya himber zêdekirina herêma rexê rojavaya çemê Urdinê ser erdê dagirbûyî dike, hevgavê li piratîkê karên usa dike ku dibin sedema xurtkirina tevlêkirina wan herêmana u misogerkirina serwerîya Rejîma Sîyonîst li erdên dagirbûyî.

Hemasê pêgirî kir ev kiryara herwiha hewlek jibo sepandina rastîyên sîyasî yên nû bi merema lawazkirin u jiholêrakirina mafên netewî yên filistînîyan tê hesêb. Vê tevgerê derheq dûhatên vê kiryarê hişyarî da û ragihand ku nemaze di bin sîya gotinên rayedarên amerîkî da ku dagirkeran jibo berfirekirina serdestîya xwe han didin, pêwîst e ku civaka navdewletî helwesteke teqil jibo sekinandina vê demajoyê û girtina pêşîya tundbûna destdirêjîya ser gel u warê Filistînê nîşan bide.

Tevgera Hemasê di daxûyanîyeke bi boneya salvegera 32yan a komkujîya li mizgevta Hezretê Ibrahîm da jî ragihand: Cinayetên dagirkeran bi derbasbûna demê ji bîr naçin û ev kiryar nikarin rastîyên dîrokî û vîna gelê Filistînê biguherînin. Tevgera Hemasê herwiha xwest ku demajoya mehkemekirina serokên rejîma dagirker bi hegera cinayetên wan ên dijî gel, war û nirxên pîroz ên Filistînê were destpêkirin.