Sibat 09, 2026 17:12 Asia/Tehran
  • Êrişa rejîma Siyonîst bi xwefiran ser otomobîlekê li Libnanê/ sê kes şehîd bûn

Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişa Rejîma Siyonîst a bi xwefiran ser otmobîlekê li başûrê Libnanê û şehîdkirina 3 welatiyên libnanî de agahî dan.

Rejîma Siyonîst di dewama destdirêjiyên xwe ser axa Libnanê de bi êrişa bi xwefiran ser otomobîlekê li herêma Yanûhê li başûrê vî welatî 3 welatiyên libnanî şehîd kirin.

Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, yek ji van şehîdan zarok e.

Leşkerên siyonîst vê sibê bi êrişa ser mala Etwa Etwa rayedarekî Cimaeta Îslamî ya Libnanê li navçeya Hasbiya li başûrê vî welatî, ew desteser kirin û tev xwe birin.

 

Serepeyv