Hizbullah: Biryarên dewleta Libnanê divê di çarçova serwerîyê da bin ne daxwazên dijmin da
Sibat 07, 2026 17:02 Asia/Tehran
Parlimanterekî Hizbullahê bi rexneya ji helwêsta lawaz a hikûmeta Libnanê got: Êriş û dagirkeriya Rejîma Siyonîst bi hevahengiya Amerîkayê ne.
Elî Feyaz, di hevpeyvînekî da got: Berxwedan qet wê teslîmî zextên Amerîayê û Rejîma Siyonîst nebe û serpişkîdayîna belaş tenê wê bibe sedem ku dijmin zêdetir berdêlan bixweze. Vî parlimanterê Hizbullahê pêgîrî kir: Em ser vê bawerê ne ku meşiyana ber bi tiştê ku rayedarên libnanî ewê qonaxa duyem a pilana kontrolkirina çekan didin zanîn, şaş e, ji ber ku bona ku navçeyên sînorî yên Libnanê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatine dagîrkirin, artêşa Libnanê nekariye bi tamî desthilatdariyên xwe di van navçeyan da berfireh bike.