Şêx Neîm Qasim: Meseleya jiçekirina Bereya Berxwedanê komployeke sîyonîstan e
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê ragihand ku meseleya jiçekirina Bereya Berxwedanê komployeke Rejîma Sîyonîst ji bo binpêkirina serwerîya Libnanê di hemî astan da ye.
Şêx Ne`îm Qasim jiçekirina Bereya Berxwedanê ango Hizbullahê komployeke sîyonîstan û beşeke projeya lawazkirin u jinavbirina hêz u şîyana Libnanê bi nav kir u got ku armanca wê komployê bidawîhanîna Bereya berxwedanê, zemînesazîya ji bo dagirkerîyê u xistina axa Libnanê ser navçeyên dagirbûyî ye. Wî pêgirî kir ku hebûna Bereya Berxwedanê pêşî li dagirkerîyê û xistina axa Libnanê ser wan herêmana ye ku Rejîma Sîyonîst dagir kirîye û ev rejîma di dawîyê da yê ji ber hebûna Bereya Berxwedanê, dewlet u gelê Libnanê neçar bibe ku ji vî welatî derkeve.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê herwiha got: Hizbullah pabendê rêkevtinameya agirbesê ye lê Rejîma Sîyonîst a dijmin êrişên hewayî u qirrkirinê didomîne. Lewma nabe çavlirê bin ku Libnan jî pabendê wê be.
Şêx Ne`îm Qasim herwiha got: Em dê ber xwe bidin û armancên xwe pêk bînin. Dijmin qet nikare pêşîya pêşdaçûna têkoşerên me bigire û başûra Libnanê baştirîn belge di vî warî da ye.
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê herwiah ragihand ku Libnan di encama sîyasetên Amerîka u Rejîma Sîyonîst da tûşî bê-istiqrarîyê bûye u di nav dilê tofanê da ye u serdestbûna Amerîkayê li hin beşên aborê, rewşa welêt xirbtir kirîye.