Kanûn 27, 2025 16:02 Asia/Tehran
  • Şêx Deimûş: Hizbullah û Artêşa Libnanê dê ti carî dernakevin pêşberî hev

Serokê Konseya kargêr a Hizbullaha Libnanê got ku her cure merckirina Amerîka û Rejîma Siyonîst ser handana civakê û artêşa Libnanê dijî berxwedanê û pêkanîna şerê navxweyî li welatê me, işkestxwarî tê hesabê.

Şêx Elî Deimûş, serokê Konseya Kargêr a Hizbullahê got: Li gorî plana agirbesê, tevakirina operasyonên artêşa Libnanê li başûrê Çemê Lîtaniyê girêdayî bû bi rawestandina êrişa dijminê siyonîst ser Libnanê û vekişîna vê rejîmê ji deverên dagirkirî yên welatê me lê bêhitbarbûna vê planê bi derbasbûna demê re hat selimandin. Serokê encumena Kargêr a Hizbullahê rexne li helwesta lawaz a hikûmeta Lubnanê li dijî dijmin girt û tekez kir ku berxwedan dê ti carî bi artêşa Lubnanê re nekeve pevçûnê û dê rê nede şerê navxweyî pêk were û dê teslîm nebe jî. Her hewldanek û merckirinek  jibo handana hikûmet, artêş û alîgirên berxwedanê ji bo rûbirûbûna bi berxwedanê re  dê işketsê bixwe û wekî qumarekê ye ku têde her du alî didorînin.

Serepeyv