Gelê Yemenê bi xwenîşandanê piştgirî da Xezzeyê
Îlon 19, 2025 14:32 Asia/Tehran
Gelê Yemenê îro bi meşeke pirrcoş piştgirî da gelê Xezzeyê.
Meşên hevgirtina tev Xezzeyê bi awayekî hevgav li Se`deyê û zêde ji 40 meydanên sereke yên navçeyên cubicur ên vê parêzgehê bi durişma `` digel Xezzeyê; em dê rezaletê tevî cinayetên destdirêjkeran qebûl nekin`` hatin lidarxsitin.
Beşdarîya berfire ya gelê Yemenê di van meş û xwenîşandana da ne tenê piştgirîya devkî û bi durişman belkî rastîyekê nîşan dide, ji ber ku beşdarên meşên hanê radigihînin ku ji bo fidakarî û pêşkêşkirina tişên mezintir amade ne.