Tevgera Emel: Timakariyên Rejîma Siyonîst li hemû welatên ereb belav bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i356155-tevgera_emel_timakariyên_rejîma_siyonîst_li_hemû_welatên_ereb_belav_bûye
Parlimanterê Tevgera Emel li Parlemana Lubnanê, bal kişand ser vê yekê ku berxwedan tanca serê hemû lubnaniyan e û ew bi awayekî xurt vî welatî diparêze û got ku heta ku dagirkerî hebe, berxwedan dê bidome.
(last modified 2025-09-13T10:47:03+00:00 )
Îlon 13, 2025 17:32 Asia/Tehran
  • Tevgera Emel: Timakariyên Rejîma Siyonîst li hemû welatên ereb belav bûye

Parlimanterê Tevgera Emel li Parlemana Lubnanê, bal kişand ser vê yekê ku berxwedan tanca serê hemû lubnaniyan e û ew bi awayekî xurt vî welatî diparêze û got ku heta ku dagirkerî hebe, berxwedan dê bidome.

Hanî Qebîsî, parlamenterekî Lubnanî û endamê fraksiyona Tevgera Emel`ê, derbarê alûgurên vê dawiyê yên vî welatî û zextên Amerîka-welatên rojavayî û ereb ji bo jiçekkirina berxwedanê da got: Van rojan, ku em bûne şehedê êrişa nûnerên welatên biyanî ser Lubnanê, ev encama hêza me û viyana me ji bo şerê li dijî siyonîstan e.

Vî parlimanterê libnanî tekez kir: Êrişa Rejîma Siyonîst ser axa Qeterê diselimîne ku timakariya Rejîma Siyonîst ji Filistîn, Sûriye û Lubnanê wêdetir çûye û welatên ereb jî girtîye ber xwe.