Xwenîşandana gelê Yemenê bona piştgiriya ji Xezzeyê û şermezarkirina gotinên vê dawiyê yên Netanyahû
Gelê Yemenî ji bo piştgiriya Xezzeyê û şermezarkirina gotinên vê dawiyê yên Serokwezîrê Rejîam siyonîst derbarê Îsraîla Mezin derketin kolanan.
Xelkê parêzgeha Seiadeyê îro, roja Înê, li xwepêşandanekê ji bo piştgiriya gelê Xezzeyê gotinên vê dawiyê yên Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Siyonîst derbarê avakirina Îsraîla Mezin şermezar kirin û tekez kirin ku ev gotin rastbûna helwestên dîrokî yên Yemenê bona piştgiriya ji Filistîn û Xezzeyê de diselimînw ji ber ku Xezze xeta yekem a berevaniya ji Umeta Îslamî li himber planên qirêj ên dijminan e.
Xelkê parêzgeha Seide bi pîrozkirina êrişên hewayî û deryayî yên hêzên çekdar ên Yemenê ser dijminê siyonîst bang li welat û Umeta Îslamî kirin ku li himberî dijminan û planên wan ên qirêj bibin yek û tevlî helwestên dîrokî yên Yemenê bibin. Wan tekez kir ku operasyona leşkerî û dorpêça li Xezze, Lubnanê û welatên din beşek ji plana qirêj yên siyonîstan û Amerîkayê ye.