Xwenîşandana gelê Yemenê; Em li rex gelê Xezzeyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355671-xwenîşandana_gelê_yemenê_em_li_rex_gelê_xezzeyê_ne
Gelê Yemenê bi nîşana piştgirîya ji gelê Filistînê û berxwedana wan, xwenîşandanek li navçeyên curbicur ên Yemenê li dar xistin.
(last modified 2025-08-08T12:08:30+00:00 )
Tebax 08, 2025 10:36 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana gelê Yemenê; Em li rex gelê Xezzeyê ne

Gelê Yemenê bi nîşana piştgirîya ji gelê Filistînê û berxwedana wan, xwenîşandanek li navçeyên curbicur ên Yemenê li dar xistin.

Li parêzgehên Sen`a, Se`de, Rîme û Mareb ên Yemenê îro jî fenanî înîyên buhurî gel daket kolanan û di xwenîşandanekê da bi durişmên `` em hela jî li rex Xezzeyê ne`` û ``em ji bo sekinîna hibmer komployên dijmin di asteke bilind da amade ne`` piştgirî dan gelê Xezzeyê. 

Beşdarên di xwenîşandanê da bi durişman ragihandin ku gelê Yemenê pabendê doza Filistînê ye û her cure destdirêjî û asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst jî ret dike û pêgirî ser amadebûna tam ji bo sekinnîa himber komplo û pirsgirêkan kirin.

Hêzên artêşa Yemenê jî soz dane ku heta rejîma Israyîlê êrişên ser Xezzeyê nesekinîne, dê êrişên ser gemîyên ber bi Erdên Dagirbûyî yên Filistînê va diçin, li Deryaya Sor bidomînin.