Hezîran 12, 2025 13:20 Asia/Tehran
  • Rêberê Ensarullahê: Navendên belavkirina alîkariyan li Xezzeyê bûne telikên mirinê

Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê behsa berdewamiya kuştin û êrîşên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê kir û got: Navendên amerîkî- siyonîst ên belavkirina alîkariyan li Xezzeyê veguherîne telikên mirinê.

Seyîd Ebdulmelîk El Hûsî, rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê, got: Rejîma Siyonîst bi topbaran û gulebarankirina sivîlên filistînî yên ku li navendên belavkirina alîkariyên mirovî li rêzê ne, Xezzeyê veguherandiye telika mirinê. Wî herwiha got: Rejîma Siyonîst di vê hefteyê de di cinayetên xwe de zêdetirî 2400 kes şehîd û birîndar kirin.

Rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê wiha got: Ji bilî cinayet û kuştinan, Rejîma Siyonîst gelê Xezzeyê birçî hiştiye. Wî got: Siyonîstan navendên belavkirina alîkariyên mirovî li Xezzeyê veguherandine telikên mirinê û îdamkirina filistîniyan û hedefgirtina gelê Filistînê yê ku li benda wergirtina alîkariyê ne wekî cinayeta herî hovane tê hesibandin. 

Serepeyv