Çile 18, 2025 17:00 Asia/Tehran
  • Avêtina mûşekan ji Yemenê ber bi Telavîvê

Çavkaniyên nûçeyan derbarê avêtina mûşekan ji Yemenê ber bi Telavîvê û rawestandina xebata balefirgeha Bin Goryon agahî dan.

Çavkaniyên siyonîstan îro ragihandin: Piştî avêtina mûşekan ji Yemenê ber bi herêmên dagirbûyî ve,  zengilên xeterê li herêma El-Lod, hewşa balafirgeha Bin Goryon, li bakur û rojhilatê Esdod, Quds û derdora wê hatin lêxistin.

Kanala 12 ya Rejîam Siyonîstî jî ragihand ku piştî vê êrişê xebata Balafirgeha Bin Goryon hatine rawestandin.

 Vê kanala siyonîstan her wiah got:  Mûşeka yemenî bûye sedem li devera Bêr  Yeqûbê li başûrê Telavîvê şewat  çê bibe û tîmên  temirandina agir jî bo wê deverê hatin şandin.

Rêxistina Alîkarî û  rizgarkirinê ya Îsraîlê jî  ragihand: Siyonîst ji tirsa mûşekan ber bi sitargehan reviyan û hejmarek ji wan jî ji ber qerebalixê birîndar bûn.

Serepeyv