Êrişa Yemenê ser navenda Wezareta Şer a Rejîam Siyonîst
Çile 18, 2025 17:50 Asia/Tehran
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê îro derbarê êrişa artêşa wî welatî bi mûşekan ser navenda wezareta şer a Rejîma Siyonîst li Telavîvê agahî da.
Sertîp Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand: Bona berevaniya ji gelê mezlûm ê Filistînê, yekîneya mûşekî ya Hêzên Çekdar ên Yemenê, bi operasiyoneke taybet a leşkerî, bi mûşeka balistîk a Zulfeqar navenda Wezareta Cengê ya dijminê siyonîst li navçeya Yafaya dagirbûyî( Telavîvê) dan ber êrişan.
Yehya Serî her wiha got: Hêzên Çekdar ên Yemenê careke din tekez dikin ku bona rawestana li ber her cure destdirêjîya djminê îsraîlî di dema cihanîna rêketian agirbesê ew ê li kêleka berxwedana Filistînê li Xezzeyê bisekinin.